Parlimanterên HDP: Çima hejmara testên Koronayê li Amed û Batmanê kêm in?
Nunerê Amedê li parlemana Tirkiyê bi rexnekirina tedbîrên pêşîlêgirtinê yên dewleta vî welatî bona rawestana li ber vîrûsa Koronayê li deverên kurdnişîn rexne kir û got: Çima li Amedê heta niha bi tenê 500 têstên Koronayê hatinegirtin?
Garo Paylan, nunerê Amedê li parlemana Tirkiyê ser bi HDP got: Çima li Amedê bi tenê 500 têstên Koronayê hatinegirtin? Gelo li bara belavkirina kelûmelên testa koronayê ferq û cudatî li dijî Amedê û parêzgehên din ên Tirkiyê heye?Paylan tevî daxwaza ji wezîrê tendrsutiyê yê Tirkiyê bo raberkirina bersiva van pirsan got: Li 27 rojên buhurî bi tenê 500 têstên Koronayê hatine girtin. Li bajarekî bi gelheya du milyon kesî ku vîrûsa Koronayê li wir bi awayekî zav belav bûye û ji ber vê vîrûsê hin kes bûne gorrî, ev hejmara têstan nayê qebûlkirin.
Her wiha Feleknaz Ûca nunera Batmanê li parlemana Tirkiyê ser bi HDP jî hin pirsên bi vî rengî li bara Batmanê xistin rojevê û got: Rojê nêzîkî 20 hezar têst li Tirkiyê tên girtin. Ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkiyê heta niha nêzîkî 200 hezar têst hatinegirtin, tevî temîya Yekitîya Pizîşkên Tirkû saziyên din ên tendrsutiyê li bara zêdebûna hejmara têsta koronayê li Tirkiyê li bajarekî mîna Batmanê bi 650 hezar nifûsê li 25 rojan bi tenê 450 têst hatine girtin ku hîn encama têstan jî nehatine şandin.