Meşa nerazîbûnê ya nunerên HDP li parlemana Tirkiyê
Parlemnaterên Partiya Demokratîka Gelan( HDP) bi meşa di hewşa parlemana Tirkiyê, pêşnumaya reforma qanûna Cizakirinê ya vî welatî şermezar kirin.
Parlemnaterên partiya Demokratîka Gelan( HDP) li parlemana vî welatî bi hilanîna hin wêneyên nuneran û şaredarên hewskirî yên vê partiyê û hin wêneyên rojnamevan û nivîskarên hewskirî yên Tirkiyê di hewşa parlemanê ketin meşê û pêşnumaya reforma qanûna cizakirînê ya Tirkiyê şermezar kirin.
Piştî pejrandina reformên 70 xalî yên qanûna cizakirnê yên Tirkiyê ji aliyê komîsyona hiqûqê ya parlemana Tirkiyê û cudakirina zindaniyên siyasî ji efûya giştî ku bo kêmkirina zindanan ji ber rawestana li ber vîrûsa Koronayê hatye berçavgirtin, Parlemnaterên partiya Demokratîka Gelan( HDP) bi meşa li hewşa parlemanê sloganên`` parastina mafê wekheviyê li qanûna cezayê, `` wekheviya li qanûna cezayê, `` qanûna jiyanê li hember mirinê, `` mafên wekhev heq e, nikarin rê li ber bigrin, dan û pêşnumaya reformên qanûna cezakirinê û siyasetên hakimiyeta siaysî şermezar kirin.
Siyasetvanê bi nav û deng ê kurd ê Tirkiyê jî, ji bo protestokirina îstisnakirina zindaniyên siaysî ji efûya giştî li pêşnumaya reformên cezayê li Tirkiyê got:Îro ne roja cemserkirin û safîkirina hesabên siyasî ye.
Ehmed Turk, şaredarê wêdebirî yê şaredariya bajarê Mêrdînê û ji siyasetvanên bi nav û deng ê kurd ê Tirkiyê li peyamekê bal kişand ser îstisnakirina zindaniyên siyasî ji efûya giştî li pêşnumyaya reformên cezakirinê yên Tirkiyê got: Roj ne rojam cemserkirin û safîkirina hesabên siaysî ye. Her canê ku em ji dest bidin, dê birîneke nû be di dilê me de.
Ehmed Turk di vê peyama twîterê bal kişand ser nerazîbûnên HDP li hember vê pêşnumayê û li parlemana Tirkiyê eşkeke diyar kir: Bila hakimiyeta siyasî ya Tirkiyê demlidest vê nijyarê biguhere. Qanûna cezakirnê ya Tirkiyê divê bê venihêrînê.Qanaûna wekheviyê dikare canê însanan biparêze.