Bi hezaran karmendên tendirustiyê li Tirkîyê bi Vayrosa Koronayê ketine
Nîsan 08, 2020 04:19 Asia/Tehran
Li Istenbolê ji hezarî zêdetir, li Enqereyê jî nêzîkî 150 karmendên tendirustiyê bi Vayrosa Koronayê ketine.
Serokê Yekîtiya Tixtorên Tirkiyeyê Sînan Adiyaman li koma nûçegîhanan da xuyakirin, li gor dawîn amaran, tenê li Istenbolê, ji hezarî zêdetir karmendên tendirustiyê bi Koronayê ketine. Li Izmîrê 111 karmend û li Enqereyê jî nêzîkî 150 karmendên tendirustîyê bi Koronayê ketine.
Adiyaman herwihagot, bawerî bi testên niha kêm e, pêwîstî bi dubarekirin û testên din jî heye u dîyar kir ku tivdîrên pêşîlêgirtinê yên li Tirkiyeyê pir lawaz in û eger rewş weha bidome, pêşiya belavbûna Koronayê dê neyê girtin.