Zêde ji 18 hezar kesî li Tirkîyê hatine qerentînekirinê
Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Tirkîyê ragihand: Zêde ji 18 hezar kesî li Tirkîyê hatine qerentînekirinê.
Muherrem Qasaboglu Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Tirkîyê amajeyî qerentînekirina 18 hezar û 156 kesan li avahiyên raketin û mayîna xwendekarên zanîngehan li 57 parêzgehên wî welatî kir û got: Diyar Kirina avahiyên raketin û mayîna xwendekarên zanîngehan weke cihên qerentînekirina gumanbarên pêketina bi Koronayê biryareke di cî de jibo sekinîna himberî vê vîrûsê ye û gellek welatîyên ku ji derveyî welêt zivirîbûn, li wan cihên taybet hatine qerentînekirinê.
Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Tirkîyê herwiha got: Li 47 parêzgehên welêt 73 cihên avahiyên raketin û mayîna xwendekarên zanîngehan nika li ber destê 3 hezar û 120 xizmetkarên tenduristîyê ne.
Li gorî dawîn amarên Wezareta Tenduristîya Tirkîyê, hejmara tûşbûyîyên Koronayê heta dawîya şeva buhurî gihêşt 30 hezar û 217 kesan û ya candayînan jî gihîşt 649 kesî.