Pêşewzaiya berfireh a welatiyên kurd ên Tirkiyê ji hevotina online bi zimanê kurdî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314696-pêşewzaiya_berfireh_a_welatiyên_kurd_ên_tirkiyê_ji_hevotina_online_bi_zimanê_kurdî
Piştî belavbûna berfireh a vîrûsa Koronayê li Tirkiyê û girêdana xwendingehan û saziyên hevotin û hîndekariyê, civata lêkolînên kurdî planek bi navê hîndekariya online bi zimanê kurdî daniye nav destûrkara xwe ku zirûfa hemî polan li 12 saetên destpêka qeydkirina navan tijî bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2020 12:16 Asia/Tehran
  • Pêşewzaiya berfireh a welatiyên kurd ên Tirkiyê ji hevotina online bi zimanê kurdî

Piştî belavbûna berfireh a vîrûsa Koronayê li Tirkiyê û girêdana xwendingehan û saziyên hevotin û hîndekariyê, civata lêkolînên kurdî planek bi navê hîndekariya online bi zimanê kurdî daniye nav destûrkara xwe ku zirûfa hemî polan li 12 saetên destpêka qeydkirina navan tijî bûye.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkiyê û girêdana xwendingehan û saziyên hîndekariyê, civata lêkolînên kurd planek bi navê hîndekariya online bi zimanê kurdî daniye nav destûrkara xwe ku ev plana ji aliyê welatiyên kurd ên Tirkiyê ve bi awayekî berfireh hat pêşewazîkirin. 

Li gorî nivîsa rojnama Duwarê, Eyûb Sûbaşî, serokê navenda lêkolînên kurdî ya Tirkiyê bal kişand ser pêşewzaiya berfireh a ji vê bernamê û diyar kir:Tomarkirina navan a online li bernama hîndekariya bi zimanê kurdî ji şeva buhurî destpê bûye ku li 12 saetan hezar û 48 kes  navê xwe  bo vê bernamê qeydkirine.

 Wî her wiha destnîşan kir: 27 polên dersê li vê dewreyên hîndekaiyê hatine berçavgirtin ku ji 15 Nîsanê va dê destpê bibe. Li her polê dê 40 kes beşdar bibin û nêzîkî 30 mamoste jî dê beşdarê vê planê bibin. Vê gavê ji ber pêşewaziya berfireh karê tomarkirina navan me rawestandiye. Lê ger li rojên pêşber de emê bikarbin rewşê xweştir bikin,emê navên nû jî tomar bikin. Ders hemî rojê ji saet 19:00 heta 21:00 bi şikla online dê bên raberkirin.