Balafireke bê pîlota a Tirkiyê li Lîbyayê xistin erdê
Koma bi navê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi fermandetiya general Xelîfe Hefter şeva burî balafireke bê pîlot a Tirkiyê li bakura Lîbyayê xiste erdê.
Koma bi navê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wê li rojhilata bajarê Misraate li bakura Lîbyayê şeva burî balafireke bê pîlot a Tirkiyê ku alîkariya hikûmeta Wîfaqa Niştîmanî ya bi serkêşiya Fayzi El-Serac dikir, xist xwarê.
Dewleta Tirkiyê ji bo piştgiriya ji hikûmeta Wîfaqa Niştîmanî ya bi serkêşiya Fayzi El-Serac gelek leşkerên xwe û terorîstên ku li Sûriyê şer dikirin ş tevî çek û sîlah û kelûpelê Locestîk şandine Lîbyayê û ev karê wê bûye sedem ku ti agirbesek li Lîbyayê serê xwe negire û bi bebe mihane ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê agirbesê qebûl neke.
Di 27 Teşrîna 2019 du rêketinname di navbera dewleta Tirkiyê û Fayzi El-Seracli ser piştgiriya leşkerî ya Tirkiyê ji Dewleta Wifaqê û hevkariya li behra Sipî hatin îmzakirin û piştî wê Dewleta Tirkiyê gelek leşkerên xwe û terorîstên ku li Sûriyê şer dikirin û tevî çek û sîlah û kelûpelê Locestîk şandine Lîbyayê.