Balafireke bê pîlota a Tirkiyê li Lîbyayê xistin erdê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314687-balafireke_bê_pîlota_a_tirkiyê_li_lîbyayê_xistin_erdê
Koma bi navê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi fermandetiya general Xelîfe Hefter şeva burî balafireke bê pîlot a Tirkiyê li bakura Lîbyayê xiste erdê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2020 06:35 Asia/Tehran
  • Balafireke bê pîlota a Tirkiyê li Lîbyayê xistin erdê

Koma bi navê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi fermandetiya general Xelîfe Hefter şeva burî balafireke bê pîlot a Tirkiyê li bakura Lîbyayê xiste erdê.

Koma bi navê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wê li rojhilata bajarê Misraate li bakura Lîbyayê  şeva burî balafireke bê pîlot a Tirkiyê ku alîkariya hikûmeta Wîfaqa Niştîmanî ya bi serkêşiya Fayzi El-Serac dikir, xist xwarê.

Dewleta Tirkiyê ji bo piştgiriya ji hikûmeta Wîfaqa Niştîmanî ya bi serkêşiya Fayzi El-Serac gelek leşkerên xwe û terorîstên ku li Sûriyê şer dikirin ş tevî çek û sîlah û kelûpelê Locestîk şandine Lîbyayê û ev karê wê bûye sedem ku ti agirbesek li Lîbyayê serê xwe negire û bi bebe mihane ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê agirbesê qebûl neke.

Di 27 Teşrîna 2019 du rêketinname di navbera dewleta Tirkiyê û Fayzi El-Seracli ser piştgiriya leşkerî ya Tirkiyê ji Dewleta Wifaqê û hevkariya li behra Sipî hatin îmzakirin û piştî wê Dewleta Tirkiyê gelek leşkerên xwe û terorîstên ku li Sûriyê şer dikirin û tevî çek û sîlah û kelûpelê Locestîk şandine Lîbyayê.