PKK: Pênc endamên beşa raghandina eskerî ya Tirkiyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314666-pkk_pênc_endamên_beşa_raghandina_eskerî_ya_tirkiyê_hatin_kuştin
Hêzên PKK ragihandin: li navça Bagogê ser bi Mêrdînê li encama çalakiya hêzên PKKê de pênc endamên beşa ragihandina eskerî yên Tirkiyê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 06, 2020 13:47 Asia/Tehran
  • PKK: Pênc endamên beşa raghandina eskerî ya Tirkiyê hatin kuştin

Hêzên PKK ragihandin: li navça Bagogê ser bi Mêrdînê li encama çalakiya hêzên PKKê de pênc endamên beşa ragihandina eskerî yên Tirkiyê hatin kuştin.

 Hêzên PKKê raghandin ku li çarçoveya operasiyoneke tolhildanê de, hêzên wan li meydana  Navsera li navçeya Bagogê ya ser bi Mêrdînê, li dijî artêşa Tirkiyê ku baregeheka nû çêkiribûn, çalakî encam dan. 

 Wan her wiha ragihandin ku, li vê operasyonê, meqerên çekdarên Tirkiyê kirine armanc û êriş kirine ser trimbêlên wan û belgeyên nav otomibîlê derxistine û li encamê de pênc endamên ragihandina eskerî ya artêşa Tirkiyê kuştin. 

Her wiha hatiye amajekirin ku  piştî operasyonê, artêşa Tirkiyê bi çekên giran navçe topbaran kir û kuştî û birîndar bi zirixpoşan li navçê dûr xistin.