Zêde ji 15 hezar rêwî li Tirkiyê hatin qerentînekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314659-zêde_ji_15_hezar_rêwî_li_tirkiyê_hatin_qerentînekirin
Wezîrê spor û xortan ê Tirkiyê ragihand ku zêde ji 15 hezar rêwî ku ji derve vegeriyane, li 87 xewgehan li seranserî welêt ketine rewşa Qerentîneyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 06, 2020 12:10 Asia/Tehran
  • Zêde ji 15 hezar rêwî li Tirkiyê hatin qerentînekirin

Wezîrê spor û xortan ê Tirkiyê ragihand ku zêde ji 15 hezar rêwî ku ji derve vegeriyane, li 87 xewgehan li seranserî welêt ketine rewşa Qerentîneyê.

Li gorî nivîsîna roja Duşemiyê ya rojnameya Huriyetê, mehmet Kasap Oxlû, Wezîrê spor û xortan ê Tirkiyê got: Qerentînekirina rêwiyên ku vegeriyane Tirkiyê, dê heta dema başbûna wan a tam were domandin.

Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî tevî pêgiriya li ser dewama pêvajoya vegerandina welatiyên vî welatî ji welatên din, got: Ev kes divê ku du hefteyan bikevin bin çavdêriyê.

Di vî halî da, Wezîrê tendurustiyê yê Qirqîzistanê roja Duşemiyê di civînekê da qala zêdebûna hejmara tûşbûyiyên bi Koronayê li vî welatî heta 216 kesan kir.

Sebircan Ebdulkerîmov ragihand ku 69 babetên nû yên tûşbûna bi Koronayê li vî welatî hatine tomarkirin.Ebdulkerîmov got: Hejmara nexweşên tûşbûyî bi Koronayê li Qirqîzistanê 216 kes in. Wî hejmara candayiyan 4 kes û hejmara başbûyiyan 33 kes da zanîn.