Hejmara tûşbûyiyên bi Koronayê li Tirkiyê zêde bû
Nîsan 06, 2020 05:03 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê ragihand ku hejmara tûşbûyiyên bi Koronayê li vî welatî zêde bûye.
Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê roja Yekşemiyê ragihand ku bi naskirina sê hezar û 135 babetên nû yên tûşbûna bi Koronayê, hejmara tûşbûyiyên bi vê vîrûsê li vî welatî gihîşte 27 hezar û 69 kesî.
Her wiha bi candana 73 kesên din di 24 saetên bihurî da, hejmara goriyên Koronayê li Tirkiyê bû 574 kes.
Heta niha 1042 tûşbûyiyên bi Koronayê li Tirkiyê jî baş bûne.