Li Tirkiyê hejmara qurbaniyên koronayê gihişt 501 kesan
Li Tirkiyê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê cane xwe ji dest didin zêde dibe. Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fexredn Koca ragihand ku di 24 Saetên dawî de 76 kesên din bi vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara mirinê bo 501 kesan bilind bûye. Herwiha hejmara yên bi wê vîrûsê jî ketine gehiştiye 23 hezar û 934 kesan.
Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fexredîn Koca amarên 24 demjimêrên dawî yên derbarê vîrûsa Koronayê de li ser Twitterê belav kirin.
Li gor amaran, hejmara yên bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane gihêşte 501 kesan û yên bi wê vîrûsê jî ketine gehiştiye 23 hezar û 934 kesan.
Li gor amarên ku Wezîrê Tendirûstiyê belav kirine, 4ê Nîsana 2020ê 19 hezar û 664 tes hatine kirin, 3 hezar û 13 kes bi wê vîrûsê ketine, 76 kesan canê xwe ji dest dane û 302 kes jî baş bûne.
Herwiha bi giştî heta niha 161 hezar û 380 test hatine, 23 hezar û 934 kes bi koronayê ketine, 501 kesan canê xwe ji dest dane, hezar û 311 di jêr çavdêriya hûr de ne û 786 kes jî baş bûne.