Ehmed Turk: Iqtidara sîyasî tevdîrên pêwîst ji bo sekinîna himberî Koronayê nake
Ehmed Turk şaredarê wêdabirî yê bajarê mezin ê Mêrdînê di axaftinekê da tevî rexneya ji lawaziya kiryarên dewleta Tirkiyê li dijî Vîrûsa Koronayê, got: Tevî ku hatibû diyarkirin ku di ev nexweşî di rêwiyên Hecê û ajovanên Kamyonê ku diçin Îran û Iraqê da heye, lê dîsa jî tevdîrên pêwîst nehatin berçavgirtin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Ehmed Turk got: Tenê dema em li Mêrdînê mêzde dikin, belavbûneke mezin a nexweşiyê heye. Roja bihurî sê kesan li Mêrdînê canê xwe ji dest dan. Pêwîst e di vî warî tevdîrên ciddî bên bikargirtin.
Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê, Ehmed Turk di dewama gotinên xwe da tevî amajeya bi rewşa zîndanên Tirkiyê jî got: Zîndan di rewşeka gellek xeternak li hemberî vê nexweşiyê da ne. Bivê nevê dê vîrûs derbasî nav zîndanan bibe. Wer xuya dike ku heke wiha be, dê parêzbendiya tu kesek li zîndanê li dijî vê vîrûsê tunebe. Rewşa paqijî û xureka zîndaniyan diyar e. Zîndan ji wan deran in ku renge gellek kes têda bibin gorî.
Wî di dawiya axaftina xwe da got: Em pêvajoyekê li Tirkiyê derbas dikin ku potansiyelek gellek zêde jibo pêkanîna alûgorên berfireh li welêt heye. Em tûşî gefeke gellek mezin in. Em derwraneke pirr hestiyar derbas dikin. Dewranek pêk hatiye ku divê em aqilê hevpar bi kar bînin. Hemî alî, partiyên siyasî û beşên cûrbecûr ên civakê divê ku diyalog û muzakireyê berfireh bikin û firkû ramanên aliyên cûrbecûr bên bikaranîn.