Tirkiyê bertek nîşanî kiryara Serokwezîrê Yûnanê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314601-tirkiyê_bertek_nîşanî_kiryara_serokwezîrê_yûnanê_da
Wezareta karên derve ya Tirkiyê bertek nîşanî kiryraa Serokwezîrê Yûnanê ya li dijî Enqerê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2020 12:21 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bertek nîşanî kiryara Serokwezîrê Yûnanê da

Wezareta karên derve ya Tirkiyê bertek nîşanî kiryraa Serokwezîrê Yûnanê ya li dijî Enqerê da.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya malpera TRT'ya Tirkiyê, Kirîkas Mîtsotakîs (Kyriakos Mitsotakis) Serokwezîrê Yûnanê bi şandina nameyekê jibo Êmanûêl Mekron (Emmanuel Macron), serokomarê Fransayê û Angêlla Mêrkêl, serokwezîra Almanyayê, daxwaz kir ku piştgiriya abûrî ji Enqerê bi mercê kêmkirina pêla awareyan be ku hewil didin ji Tirkiyê herin Ewropayê.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê  îro Şemiyê bi daxuyaniyekê pêşniyara serokwerzîrê Yûnnaê bo Fransa û Almanyayê gellek "kirêt û ne exlaqî" da zanîn û pêgirî kir ku "Raya giştî ya cîhanê liv û tevgerên ne însanî û bêşermane yên Yûnanê himberî penaxwazan ji bîr nake."

Hamî Aksoy her wiha îdia kir ku Tirkiyê heta niha jibo 4 miliyon penaberên ku wek mêvan wergirtine, 40 miliyar dolar pere mesref kiriye.