Tirkîyê qerentînekirina gund û bajêran xiste nav karên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314513-tirkîyê_qerentînekirina_gund_û_bajêran_xiste_nav_karên_xwe
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ragihand ku Hikûmetê jibo girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê, qerentînekirina gund û bajêran xist nav destûrkarê xwe de.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2020 11:22 Asia/Tehran
  • Tirkîyê qerentînekirina gund û bajêran xiste nav karên xwe

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ragihand ku Hikûmetê jibo girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê, qerentînekirina gund û bajêran xist nav destûrkarê xwe de.

Silêman Soylu Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê got: Di çarçova wê biryara Hikûmetê da, 50 bajar, gund û gundik li 21 parêzgehan hatin qerentînekirinê.

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê herwiha got: Seredana welatîyên Tirkiyê bo Amerîkayê sedî 98.9 kêm bûye û seredanên pêwîst jî bi belgeyê tên encamdanê.

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê herwiha amajeyî tûşbûna 30 hêzên Emnî, 19 hêzên Jandirme, 4 Şaredar û qayimeqamekî kir û got: Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Tirkîyê giheştîye 13 hezar û 531 kesî ku ji wan 234 kes baş bûne.