Tirkîyê çekdarên sûrî yên şandine Lîbyayê xapandine
Çekdarên sûrî yên ku Tirkîyê şandine Lîbyayê tûşî cureke rawestan û paşdavekişîyanê bûne, şerekî giran jî di navbera koma bi navê Artêşa Niştîmanî ya Lîbîyê û çekdarên hikûmeta Fayiz Sirac de destpê bûye.
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi opozosyona wî welatî û navenda wê li Londonê ye, ragihand: Çekdarên sûrî yên li Lîbyayê heta bêzarbûnê dikin çinku Tirkîyê sozên dabûn wan, bi cih neanîne û ew nika di rewşeke xirab de derbas dikin.
Yek ji wan çekdarana ku dengê xwe tomar kirîye dibêje ku çekdarên sûrî yên li Lîbyayê ji hatina bo vî welatî poşman bûne û dîyar dike: Tirkîyê sozên xwe bi cih neanîne û ew ketine daveke mezin da.
Tirkîyê di çend mehên buhurî de, çend hezar çekdarên sûrî veguhestine Lîbyayê jibo piştgirîya ji çekdarên hikûmeta Sirac û girtina pêşîya pêşdeçûna Hêzên Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ber bi derdora Trablosa paytext.
Tirkîyê di vê mijarê de, sîyaseteke durû daye ber xwe, ji alîyekî va soza dayîna dirêv daye wan çekdarên sûrî û ji alîyekî va jî ew tirsandine.
Ew çekdarê sûrî dawa li wan çekdarana dike ku dil hene biçin Lîbyayê ku ji wê biryarê vegerin çinku, rewşa wan gellekî giran û xirab e.
Ew çekdara dibêje ku Tirkîyê soz dabû mehê 2 hezar dolaran bide wan lê tenê meha yekem daye û paşê nedaye.
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê berî vîya jî basa wê yekê kiribû ku Tirkîyê diravê ku biryar bû bide wan çekdarên sûrî yên şandine Lîbîyê, kêm kirîye û hejmara wan giheştîye 6 hezar kesî û 1900 çekdar jî li serbazgehên Tirkîyê mijûlê fêrbûnê ne.
Di çend rojên buhurî da jî 8 çekdarên sûrî yên li Lîbyayê hatine kuştinê û hejmara kuştîyan giheşte 151 çekdarî ku pirranîya wan ser bi komên Muitesem, Siltan Mirad, Teyrên Şamê, Hemze û Silêmanpaşa ne.