Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Tirkîyê ji 10 hezar kesî derbas bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314485-hejmara_tûşbûyîyên_koronayê_li_tirkîyê_ji_10_hezar_kesî_derbas_bû
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê ragihand ku hejmara tûşbûyîyên vîrûsa Koronayê li wî welatî gihîşte 10 hezar û 827 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2020 11:43 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Tirkîyê ji 10 hezar kesî derbas bû

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê ragihand ku hejmara tûşbûyîyên vîrûsa Koronayê li wî welatî gihîşte 10 hezar û 827 kesan.

Fexredîn Koca Wezîrê tenduristîyê yê Tirkîyê di daxûyanîyekê de ragihand: Di 24 sietên buhurî de herwiha 37 tûşbûyîyên din canê xwe ji dest dane û hejmara gorîyan giheşte 168 kesî.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê herwiha ragihand ku hezar û 610 kesên din tûşî vîrûsa Koronayê bûne û dîyar kir: Di 24 sietên buhurî de têsta Koronayê ser 11 hezar û 535 kesan hatîye encamdanê ku encama têsta ser hezar û 610 kesî Pozitîv derket û bi vî awayî hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Tirkîyê giheşte 10 hezar û 827 kesan.

Di vî halî da Berdevkê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) got: Iqtidara sîyasî ji qebûlkirina berpirsîya himberî vîrûsa Koronayê direve.

Faiq Ozturak Berdevkê CHP amajeyî belavbûna vîrûsa Kornayê li Tirkîyê kir û got: Vîrûsa Koronayê û belavbûna wê li Tirkîyê jibo dewlet û gelê vî welatî ceribandinek e. Iqtidara sîyasî ji qebûlkirina berpirsîya himberî vîrûsa Koronayê direve. Nabe ji sepandina qedexeya hatin û çûyînê di vê qonaxê de dûr ragirin. Divê em tivdîrên pêwîst bikin. Neku siberojê em dê neçar bin tivdîrên girantir li welêt bikin.

Ji hêla din ve, bidû belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê li Tirkîyê, Wezareta Karên Hundur a vî welatî 39 herêm li 18 parêzgehan xistin qerentînê da.

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê 2 rojan berî nika jî fermana qerentînekirina çend gund û herêman I parêzgehên Dêrsim û Wanê dabûn.