3 gund li Dêrsim û Wanê hatin qerentînekirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314450-3_gund_li_dêrsim_û_wanê_hatin_qerentînekirinê
Gundekî parêzgeha Dêrsimê û 2 gundên Başqaleya parêzgeha Wanê bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê hatin qerentînekirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2020 13:26 Asia/Tehran
  • 3 gund li Dêrsim û Wanê hatin qerentînekirinê

Gundekî parêzgeha Dêrsimê û 2 gundên Başqaleya parêzgeha Wanê bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê hatin qerentînekirinê.

Bidû belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkîyê tevî ku amarên deqîq têkildarî tûşbûn û candayîna ji ber vê vîrûsê nayên belavkirinê, çavkanîyên herêmî li parêzgehên weke Riha, Wan û Hekarîyê ragihandin u gellek kes li wan navçana tûşî Koronayê bûne û di vê çarçovê de çend gund û tax li parêzgeha Wanê hatin qerentînekirinê.

Di vê çarçovê de gundê Gêcitwêrenê li navça Melazgira Dêrismê û 2 gundên herêma Başqalaya Wanê bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê hatine qerentînekirinê.

Bilî parêzgehên Kurdnişîn ên Wan û Dêrsimê, hin gund û deverên parêzgehên Rîze, Sêwas, Gumûşhane û Çanqirîyê jî bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê hatne qerentînekirinê.