Tirkiyê bo cara çaran ava Hesekê qut kir
Artêşa Tirkiyê û terorîstên ku ji aliyê wan ve piştgirî dibin bo cara çaran bi girêdana îzgeha gîhandina avê ya Elokê ava pêdivî ya xelkê Hesekê qut kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, , qutkirina ava Hesekê ji aliyê rejîma dagirkirê Tirkiyê û kirêgirtiyên wê bo cara çaran pompaja avê ji îzgeha Elokê li derdora Serê Kaniyê bo bajarê Hesekê û bajarokên derdora wê qut kirin.
Sozdar Ehmed, hevserokê rêveberiya ava navça Hesekê li gotûbêja bi Hawar Newsê re got: Hikûmeta Tirkiyê bê heger îzgeha avê polomp kiriye. Îzgeha ku Tirkiye ava wê qut kiriye hevcetiya 460 hezar kesî bo avê dabîn dike. Çawa ku UNISEF raghandiye dewleta maf xwe tine ne çavkaniyên bingehîn ên mirovan mîna avê bo berjewendiyên xwe yên siyasî û eskerî bi kar bînin.
Eva cara çaran li yek meha buhurî ye ku artêşa Tirkiyê û kirêgirtinên terorîst ên wê ava bajarê Hesekê qut dikin.
Rêxistinên gelanî yên Sûriyê her wiha kiryara bi qest a Tirkiyê li bêparkirina xelkê bakurê rojhilata Sûriyê ji ava vexwarin li dijî hemî qanûnên navdewletî û cinayeta cengê dan zanîn.