Hejmara gorîyên Kornayê li Tirkîyê gihîşt 131 kesan
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê ragihand ku hejmara gorîyên Koronayê li wî welatî gihîşt 131 kesan.
Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê li rûpela xwe ya Twitterê ragihand ku ‘’di 24 sietên buhurî de 23 tûşbûyîyên din li wî welatî canê xwe ji dest dan û hejmara gorîyan gihîşte 131 kesî û ya tûşbûyîyan jî giheşte hezar û 217 kesan.’’
Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê herwiha amajeyî hejmara nû ya tûşbûyîyan jî kir û got ku ‘’di 24 sietên buhurî de 9 hezar û 982 têst hatine encamdanê ku encama têsta hezar û 815 kesan Pozitîv bûye û bi vî awayî hejmara tûşbûyynan giheşte 9 hezar û 217 kesî.’’
Di vî halî da, Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) 4 sênaryoy têkildarî pêşeroja vîrûsa Koronayê li Tirkîyê pêşbînî kirine ku ligorî ya yekem dê milyonek welatîyên tirkîyeyî tûş Koronayê bibin.
CHP ew 4 sênaryo Geşbînane, Muhtemel, Reşbînane û Karesat bi nav kirine û dema nirxandina sênaryoya bi navê Karesatê de radigihîne: ‘’Diqewime li Tirkîyê zêde ji milyonek mirov tûş vîrûsa Koronayê bibin ku di wê rewşê de, peywendîyên navnetewî dê tam bên qutkirinê û ihtimala destpêbûna şêrr li Tirkîyê zêde bbe. Ew rewşa yê li Tirkîyê bibe sebeb ku 7 heta 11 milyon kes karê xwe ji dest bidin û zam sedî 60 jorda here.’’