Qeyûmê ku şaredariya Batmanê dagir kiriye zimanê Kurdî ji Websita Şaredariyê derxist
Qeyûmê AKPê ku şaredariya Batmanê ya HDP’ê dagir kiriye di pêngava xwe ya yekem a di çarçova dijminatiya bi kurdî û kurdan re zimanê Kurdî ji Websita (Websayt) Şaredariyê derxist.
Li gor Kurdpressê, Qeyûmê AKPê ku şûna şaredarê bijartî ji aliyê xelkê yê HDP’ê li Batmanê sagir kiriye di pêngava xwe ya yekem a di çarçova dijminatiya bi kurdî û kurdan re zimanê Kurdî ji Websita Şaredariyê derxist. Wî telîmata rakirina gişt arşîv û nûçeyên kurdî ji ser Websayta şaredariya Batmanê daye. Ji vê şûnda ev Webdayta bi tenê bi zimanê tirkî weşanê dike.
Songul Korkmaz û Mehmed Demir hevçaredarên Batmanê yên HDPê ku di hilbjartina şaredariyan li Tirkiyê ji aliyê xelkê vî bajarî hatibûn bijartin, di 23 Adara 2020 di çarçova diminatiya dewleta Tirkiyê li hember kurdên vî welatî li gor fermana Wezareta Derve ya Tirkiyê hatin hilanîn û ji aliyê polîs ve jî hatin desteserkirin û dewsa wan qeyûmê AKPyî danîn. HDPê ragihandiye vî qeyûmê bilez ji dema dagirkirina şaredariya Batmanê çêkirin û avakirinên neqanûnî û kiryarên li dijî kurdan ku dikevin nav cixîzên sor ên kurdan û HDPê dane despêkirin.
Li gor ajansa Mezopotamya şaredariya bijarte ya Batmanê ragihandibû ku pêşeroja bajêr nake goriyê çend feydexwazên çêkir-firoşer. Lê belê piştî ku qeyûmê AKPê ev şaredariya dagir kir wî dîsa destûra çêkirina van avahiyên neqanûnî da.