Hejmara miriyên ji ber Koronayê li Tirkiyê gihêşte 108 kesan
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku 16 kesên din jî ji ber Koronayê mirin û bi vî awayî hejmara goriyên ji ber Koronayê li vî welatî gihêşte 108 kesan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca êvara duh şemiyê aşkere kir di encama pişkinên 24 saetên dawî de hatiye aşkere kirin 1704 hemwelatî tûşî Koronayê bûne û 16 hemwelatiyên din jî koça dawî kiriye.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê beriya bi demekê ji ser hesabê xwe yê twitterê ragihaand heta niha 108 hemwelatî ji ber Koronayê mirine û hejmara kesên tûşî Koronayê jî bûne, bûye 7 hezar û 402 kes.
Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha testa Koronayê li ser 55 hezar û 464 kesan cih hatiye ku testa 7 hezar û 402 kesan ji wan pozetîv derketiye û 108 kes ji ber vîrûsa Koronayê mirine û 70 nexweş jî baş bûne.