PKKê li Xakurkê li hêzên artêşa Tirkiyê da
Adar 28, 2020 15:01 Asia/Tehran
Hêzên YJA Starê koma jinên çekdar a PKKê li herêma Xakurkê, li Girê Derwêş çalakiyek li dijî leşkerên Tirkiyê pêk anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: ''Hêzên YJA Starê de 27’ê Adarê saet 13:00’an li Girê Derwêş ê girêdayî herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanêli dijî leşkerên li girê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derb li çeper û kozikên artêşa Tirkiyê hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran diyar nebû.
27’ê Adarê saet 19:00’an jî balafirên şer ên artêşa Tirkiyê devera Golka ya herêma Metîna ya bombebaran kir. PKKê dibêje: Di vê bomberdûmanê de ti ziyan nehatiye ser hêzên wê.''