Li Metînayê şer û bombebaran
Adar 28, 2020 14:48 Asia/Tehran
Firokayên şer ên Tirkiyê devara Metîna bombebaran kirin û li gor îdiaya wezareta berevaniyê ya wî welatî, di encama wê bombebaranê de 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji desrt dane.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li dijî pêgehên gerîlayên PKKê yên li herêma Metînayê êrişeke asmanî hat encamdan.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku di encama wê êrişa asmanî de, 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Derbarê şer û êrişa li wê deverê, heta niha ji aliyê PKKê ve zanyariyek nehatiye belavkirin.