92 gorrî û 7533 tûşbûyî dawîn amara kovîd -19 li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314387-92_gorrî_û_7533_tûşbûyî_dawîn_amara_kovîd_19_li_tirkiyê
Hejmara gorriyên vîrûsa kornayê li Tirkiyê zêde bûn û hejmara gorriyên koronayê li vî welatî gihêştiye 92 kesî û 7533 kes jî tûşî vê vîrûsê bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2020 11:59 Asia/Tehran
  • 92 gorrî  û 7533 tûşbûyî dawîn amara kovîd -19 li Tirkiyê

Hejmara gorriyên vîrûsa kornayê li Tirkiyê zêde bûn û hejmara gorriyên koronayê li vî welatî gihêştiye 92 kesî û 7533 kes jî tûşî vê vîrûsê bûne.

Vîrûsa kornayê li Tirkiyê li 24 sietên buhurî rekorda herî zêde ya mirinê şikand û li 24 sietên buhurî 17 kes ji ber tûşbûna bi koronayê li Tirkiyê can dan û 2 hezar û 69 tûşbûyiyên nû li vî welatîji ber vîrûsa koronayê hatin qeydkirin. 

Fexredîn Koca wezîrê tendirustiyê yê Tirkiyê got: Bi hesabkirina amara 24 seatên bihûrî hejmara hemî goriyên vîrûsa koronayê li vî welatî gihêştiye 92 kesî û hejmara kesên tûşbûyî jî gihêştiye 7 hezar û 533 kesî. 

 Di hemen demê de Yekitiya Pizîşkên Tirkiyê ( TTB) li nameyekê bo wezîrê tenrustiyê yê Tirkiyê daxwaza lêkolînên zelal û eşkere ya hûrgiliyên belavbûna vîrûsa koronayê li vî welatî kir in û nivîsîn: kedkarên beşa tendirustî û dermankirinê bi fîdakarî li halê girtina pêşiya vîrûsa koronayê ne. Ji destpêka belavbûna koronayê li Tirkiyê hin daxwzaî li bara dabînkirina kincên taybet bo hemî pizîşkan û kedkarên beşa tendirustiyê, baştirkirina mercê kar û xebatê bo wan û şîftên karkirinê yên kedkarên nexweşxanê û navendên dermankirinê hebûn ku tevî van xwestekan hîn hewahengiyên pdivî cih nehatine.