Piştî 5 salan Îdîanama Tahîr Elçî temam bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314364-piştî_5_salan_Îdîanama_tahîr_elçî_temam_bû
Îdîanama li ser qetilkirina Tahîr Elçî piştî 5 salan hate amadekirin. Dozgerê Komarê ya Tirkiyê ji bo 2 polîsên qatil cezayê girtîgehê ya ji 2 salan heya 6 salan dest pê dike, hate xwestin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2020 13:38 Asia/Tehran
  • Piştî 5 salan Îdîanama Tahîr Elçî temam bû

Îdîanama li ser qetilkirina Tahîr Elçî piştî 5 salan hate amadekirin. Dozgerê Komarê ya Tirkiyê ji bo 2 polîsên qatil cezayê girtîgehê ya ji 2 salan heya 6 salan dest pê dike, hate xwestin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çarling daxuyanî dida, ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin. Îdîanama li ser qetilkirina Elçî piştî 5 salan temam bû. Îdîanama ji 41 rûpelan pêk tê, piştî lêkolîna 5 salan a Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate temamkirin. Di îdîanamê de kuştina polîsên bi navê Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdûr ku  wê rojê li cihekî din qewmiye û kuştina Elçî kirine yek.

Di îdîanamê de hate diyarkirin ku ‘Gumaneke zêde ya sûc a polîsan heye’. Di îdîanamê de ji polîsên bersûc ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.

Di îdîanamê de ji bo Ûgûr Yakişirê ku tê diyarkirin PKK’yî ye ji îdîayên cihê 3 caran muebeta giran û 45 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.

Serdozger di îdîanama xwe hewldaye sûçê zêde bavêje ustiyê PKKê û hêzên polîs ku di vê qetlê de sebebkarê sereke bûne ji sûcê bifilitîne.