Tirkîyê kesên ji Umrê vegerîyan qerentîne kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314038-tirkîyê_kesên_ji_umrê_vegerîyan_qerentîne_kirin
Dewleta Tirkîyê ji tirsa belavbûna vîrûsa Koronayê, welatîyên xwe yên ji zîyareta Umreyê ji Erebistanê vegerîyan, qerentîne kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2020 12:44 Asia/Tehran
  • Tirkîyê kesên ji Umrê vegerîyan qerentîne kirin

Dewleta Tirkîyê ji tirsa belavbûna vîrûsa Koronayê, welatîyên xwe yên ji zîyareta Umreyê ji Erebistanê vegerîyan, qerentîne kirin.

Wezareta Tenduristîya Tirkîyê ragihand: Tê payîn nêzî hezar kesên ji zîyareta Umreyê vegerîyane dê li cihên taybet di bin çavdêrî û qerentînê de bin.

Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê îro got: Kesên gumanbarê tûşbûna vîrûsa Koronayê li nexweşxanan dikevin ber çavdêrîya pizişkî û jibo cihên taybet bi mebesta qerentînê tên veguhestin.

Ligorî gotina Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê pêngavên jibo girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê didomin. 

Fexredîn Koca bang li hemwelatiyên ku ji umrê vedigerin kir ku pabendî rênimayan bibin û heyama 14 rojan xwe qerentîne bikin.

Hejmara kesên li Tirkiyê tûşî vîrusa Koronayê bûne, gihişt 6 kesan. 

Bidû belavbûna wêneyên kesên diçin seredana hecîyan li medyayên civakî, bi dehan hezar kesî vê sibê li Twitterê xwestin ku Wezareta Tenduristîyê di vî warî de bikeve dewrê.