Wezîrên Berevanîyê yên Tirkîye û Ingilîsê seredana sînorê Sûrîyê kirin
Wezîrên Berevanîyê yên Tirkîye û Ingilîsê seredana sînorê Sûrîyê kirin ta ku bi awayekî rasterast li ``tirajêdîya sûrîyan`` mêze bikin.
Xulûsî Akar Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîye û Ben Valas hevtûşê wî yê ingilîsî seredana baregeha sînorî ya Tirkîyê li parêzgeha Hatayê kirin û ji wir va temaşeyî rewşa awareyên sûrî li Atmayê bikin.
Wezîrên Berevanîyê yên Tirkîye û Ingilîsê piştî wê civînek lidar xistin.
Valas di wê civînê de got: Ingilîs piştgirîyê dide opêrasyonên Tirkîyê. Ev yeka alîkarîyê dide gîhandina alîkarîyên mirovdostîyê û London amade ye bi awayekî rasterast an bi rêka çalakîyên xwe li NATO`yê alîkarîya Enqerê bike.
Kevin Kennedy Berpirsê Hevdengkirina Karên Mirovdostane yên NY jî ku di wê civînê de pişikdar bû, pesna hewildanên Tirkîyê jibo parastina sûrîyan bidû lihevkirina digel Moskowê têkildarî agirbesê li Idlibê da.
Wî herwiha got: Nika zêde ji sedî 60`ê kesên li kempên awareyan zarok in û Tirkîye karên ecêb jibo alîkarîya wan bike, dike.
Kevin Kennedy Berpirsê Hevdengkirina Karên Mirovdostane yên NY ji civaka navnetewî xwest ku jibo dabînkirina alîkarîyên mirovdostîyê û kutakirina şerê ku bûye sedema qeyraneke koçberîyê, li rex Tirkîyê be.