HDP: "Bila birûşûrên rênimayîyên girtina pêşîya Koronayê bi zimanê Kurdî bên çapkirinê "
Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê daxwaz kir ku bila birûşûrên rênimayîyên girtina pêşîya Koronayê bi zimanê Kurdî jî bên çapkirinê.
Tûma Çelîk Parlimanterê HDP yê Mêrdînê ji ber çapnekirina birûşûrên rênimayîyên girtina pêşîya vîrûsa Koronayê bi zimanên bilî tirkî rexne kir û got: ''Gelo ne hêja ye ku jibo welatîyên tirkî nizanin birûşûrên rênimayîyên girtina pêşîya Koronayê bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî jî bên çapkirinê?''
Wî di vî warî de herwiha got: ''Ji Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê dipirsim ku gelo jibo welatîyên ku zimanê tikî nizanin dê birûşûrên bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî bi mebesta girtina pêşîya vîrûsa Koronayê bên çakirinê yan na?''
Tûma Çelîk Parlimanterê HDP yê Mêrdînê ji ber şêwaza serederîya dewletê ya di warê girtina pêşîya vîrûsa Koronayê li parêzgehên Tirkîyê bilî Istenbol, Enqere û Izmîrê rexne kir û got: ''Li parêzgehên din jî wek parêzgehên Istenbol, Enqere û Izmîrê divê planên pêşîlêgirtinê bi awayekî lezgîn di destûrkarê de cî bigirin û tivdîrên pêwîst bên kirinê. Dewlet divê li parêzgehên ser sînoran û parêzgehên geştyarîyê ji wan Mêrdînê planên taybet cih bîne.''