Termê 7 penaberên neqanûnî li sînorê navbera Tirkiyê-Îranê peyda bûn
Walîtiya Wanê di daxûyaniyekê de ragihand ku termê 7 penaberên neqanûnî li navça Çaldiranê li yek kîlometriya sînorê Îranê hatine peydakirin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Walîtiya Wanê di daxûyaniyekê de ragihand ku termê 7 penaberên neqanûnî li navça Çaldiranê li yek km sînorê Îranê hatin peydakirin.
Li gor rapora televîzyona NTV`yê, li encama hewldanên tîmên jandermeriyê û rêveberiya qeyranê ya Tirkiyê, meytên 7 penaxwazên neqanûnî yên efxan, pakistanî û sûrî bûne li sînorê navbera Îran û Tirkiyê ji bin berfê hatine derxistin.
Penaberên hanê ku piştî derbasbûna ji sînor di nava berfê de asê bûne, canê xwe ji dest dane û piştî çend heftiyan û li pey gerimbûna hewayê û rapora xelkê deverê ser hebûna hin terman ji aliyê hêzên jandermeriyê hatine derxistin. Termên van penaberan hatine guhestine bo pizîşkiyan qanûnî ya bajarê Wanê.