Li Şamê Erebeya Bombebarkirî teqiya; Kesek hat kuştin
Adar 13, 2020 14:03 Asia/Tehran
Ji ber teqîna erebeyeka bombebarkirî li başûrê Şamê kesek hat kuştin.
Li gorî rapora SANA Newsê, Ji ber teqîna erebeyea bombebarkirî îro serê sibê li taxa Dehadîla başûrê Şamê, kesek hat kuştin.Teqîna erebeyên welatiyên sûrî li Şamê di yek meha bihurî da çend caran qewimiye. Hemî babet bi bombeyên destçêkirî bûne.
Li gorî nûçeyeke din ji Sûriyê, Elî Hemûd Wezîrê Veguhestinê yê vî welatî qala amadetiya jibo vekirina cadeya Heleb bo laziqiyê piştî cihanîna peymana Moskovayê kir.
Wî got: Bi berfirehbûna ewlehiyê, dê ev cade bê vekirin.