Serokomarên Tirkiye û Rûsiyê li ser Idlibê bi telefonê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313996-serokomarên_tirkiye_û_rûsiyê_li_ser_idlibê_bi_telefonê_axivîn
Serokomarên Rûsiye û Tirkiyê ji kêmkirina kêşeyê li parêzgeha Idliba Sûriyê pêşwazî kirin û soz dan ku hevkariyên jibo misogerkirina agirbesa mayînde bidomînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2020 13:58 Asia/Tehran
  • Serokomarên Tirkiye û Rûsiyê li ser Idlibê bi telefonê axivîn

Serokomarên Rûsiye û Tirkiyê ji kêmkirina kêşeyê li parêzgeha Idliba Sûriyê pêşwazî kirin û soz dan ku hevkariyên jibo misogerkirina agirbesa mayînde bidomînin.

Li gorî rapora rojnama Ray El-Yewmê, Koşka Krêmlînê ragihand ku Vladîmîr Pûtîn serokoamrê Rûsiyê û Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê di gotûbêja telefonî  pesna kêmbûna berbiçav a kêşe û pevçûnan li navçeya kêmkirina kêşeyan a Idlibê li bakurê Sûriyê dan.Krêmlînê bi weşandina daxuyaniyekê piştî vê gotûbêjê ragihand ku du aliyan soz dane ku hevkariyên xwe jibo misogerkirina serêxwegirtina agirbesa mayînde û xurtkirina aramiya Sûriyê bidomînin. Erdoxan û Pûtîn heftiya berê li Moskovayê derbarê agirbesa li Idlibê li hev kirin.