Hikmê hewsîkirina çar kesên nêzîkî Ebûbekir Bexdadî li Tirkiyê hat dayîn
Adar 13, 2020 13:53 Asia/Tehran
Teşkîlata dadweriyê ya Tirkiyê hikmê hewsîkirina çar kesên nêzîkî Ebûbekir Bexdadî serkirdê îdamkirî yê koma terorîstî ya DAIŞê da.
Li gorî rapora roja îniyê ya Anadolu Newsê, Teşkîlata Dadweriyê ya Tirkiyê bo van çar kesana, şeş sal û sê mehan zindan birrî.
Li mobaylên van kesan, hin wêneyên termn kesên çekdar û hin wêne bona propagendeya bo DAIŞê hat dîtin.
Tirkiye ku pêştir tawanbarê hevkariya bi endamên DAIŞ`ê re bû li salên buhurî ji ber xetera ji hebûna endamên vê koma terorîstî li axa vî welatî, kiryarên berfireh bona girtina pêşiya derbasbûna terorîstan ji Sûriyê û Iraqê nav Tirkiyê destpê kiriye.