Destpêbûna heştemîn dewra operasyonên Kaplanê li dijî PKK li parêzgehên kurdnişîn ên Tirkiyê
Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê dewra heştan a operasyona nasiyar bi navê Kaplana 8 li dijî meqerên PKK li parêzgehên Agirî-Qers û Îdîrê destpê kirine.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, li gorî lêzanînên Wezareta navxwe ya Tirkiyê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dewra heştan a operasyona nasiyar bi Kaplana 8 li dijî meqerên PKK li parêzgehên Agirî-Qers û Îxdîrê destpê kirine.
Li gorî nivîsîna CNN Turkê li daxûyaniya Wezareta navxwe ya Tirkiyê hatiye diyarkirin: Operasyona Kaplan 8 li sê parêzgehên Agirî, Qers, Îdîrê bi beşdariya hezar û 12 hêzên ewlehiyê li çiyayê Agir,Çemçem û Madûrê destpê bûne.
Hêzên Ewlehiyê ku beşdarê van operasyonan bûne ji navenda fermandetiya hêzên jandermeriya Erzeromê- Agirî, Qers û Îdîrê ne ku pêk hatine ji komando, hêzên taybet ên jandermeriyê, tîmên rawestana li ber terorê û tîmên parêzvanê xwecihî.
Operasyonên Kaplanê ji destpêka sala 2020`an li nav Tirkiyê bona paqijkirina meqerên PKK li parêzgehên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê destpê bûne.