Tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê li Tirkiyê ber bi zêdebûnê va ye
Fexredîn Koca, Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê piştî çend hefteyan bêdengiyê îro Îniyê qala zêdebûna hejmara tûşbûyiyên bi Koronayê li vî welatî kir û ragihand ku duyemîn babeta tûşbûna bi vê vîrûsê li Tirkiyê îro hat tomarkirin.
Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê li twitter nivîsî: Nimûneya yek ji xizmên yekem tûşbûyiyê bi Koronayê li Tirkiyê jî erênî bûye.Wî sê rojan berê ragihandibû ku encama testa welatiyekî Tirkiyê ku ji derve hatiye vî welatî erênî bûye.Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê bêyî ku hejmara deqîq a babetên gumanbarê tûşbûna bi Koronayê li vî welatî ragihîne, nivîsî: Xizmên vî kesî ku ku pêre têkillî hebûne, gişt hatine Qerentînekirin.Piştî vê yekê tevdîrên giran ên paqijiyê ji aliyê dewleta Enqerê va dest pê bûne.Ji billî navendên perwerdehiyê ku ji roja Duşemiyê va hatine betalkirin, anîngehên vî welatî jî carê ketine rewşa Betlaniyê.