Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Englîsê li ser Idlibê hevdu dîtin
Bin Vilas Wezîrê Berevaniyê yê Englîsê ku çûye Enqerê, bi Xulûsî Akar Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye ra hevdîtin kir.
Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Englîsê li ser vîna xwe jibo rawestandina pevçûnan li Idlibê, parastina aramiyê li sînorê Tirkiyê û rêgirtin li qeyrana Siyasî li Sûriyê pêgirî kirin.Akar û Vilas her wiha li ser pêwîstiya têkillî û hevahengiyên du welatan di mijara Idlibê da pêgirî kirin.Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye roja bihurî derbarê dewama hebûna Tirkiyê li axa Sûriyê gotibû: Em bi hemî îmkan û amûrên xwe li idlibê dimînin, behsa paşvekişiyanê nîne û hêzên me di mekanên xwe (li Idlibê) ne.Wî di dewama gefên neqanûnî dijî dewleta Sûriyê îdia kir: Me gotiye ku heke agirbes were işkandin û êrîş bên domandin, emê dîsanê derbeyê li wan xînin û ji cihê ku me (operasiyona Mertala Biharê) berda, emê bidomînin.