Erdoxan îdia dike ku armanca hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê Dgîrkirin nîne
Serokomarê Tirkiyê îdia kir ku armanca hebûna leşkerî ya vî welatî li axa Sûriyê dagîrkirina vî welatî nîne.
Li gorî rapora ISNAyê, Receb Teyib Erdoxan di axaftina xwe di civîna AKPê li Enqeê tevî amajeya bi vê ya ku pêkanîna agirbesê li Idliba Sûriyê, kiryarên dîplomatîk jibo bidawîanîna qeyrana vî welatî hêsan dike, îdia kir ku armanca Tirkiyê ji hebpûna li Sûriyê, dagîrkirina axa vî welatî nîne, lêbelê jibo têkoşîna dijî têrorîstan e.Wî di eynî demê da li ser dewama operasiyona leşkerî ya vî welatî li Idlibê pêgirî kir.
Serokên Rûsiye û Tirkiyê vê dawiyê piştî sê saetan axaftinê li Moskoyê li ser agirbesa li Idlibê li hev kirin.Sûriyê zêde ji du mehan e ku operasiyona paqijkirina têrorîstan li paarêzgeha Idlibê destpê kiriye, lê Tikriye ku li dijî vê kiryarê ye, beşea axa Sûriyêî dagîr kiriye.Li gorî lihevhatina Sûçiyê, Tirkiye divê navbera komên çete û dijberên siyasî û gelê asayî cudatiyê dayne, lê ne tenê ev yek nekiriye, belkê Enqerê pişta van komên çete jî girtiyeKiryarên gumanbar ên Enqerê di warê girêdana navçeya Idlibê bi parêzgeha Hataya Tirkiyê jî ji şaşitî û xalifandinên aşkira yên tirkan e.