HDP: Lêgerîna edaletê ya parêzeran tên astengkirin
Alîkarê Hevserokên Giştî ya HDP’ê Umît Dede got: “Hûn nikarin lêgerîna edaletê ya parêzeran bi zext û zorê bidin astengkirin.
Alîkarê Hevserokên Giştî û Berpirsê Koordînasyona Hiqûq û Mafê Mirovan ê HDP’ê Umît Dede bi daxuyaniyekê got: “Hûn nikarin lêgerîna edaletê ya parêzeran bi zext û zorê bidin astengkirin.”
Dede bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ya li ser hevşaredar û parêzeran û destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê ji bo beşên muxalîf bêdeng bikin bi hincetên ‘agahiyên şahidên veşartî’ dest bi destgîrkirinê dikin.
Dede anî ziman ku desthilata heyî hebûna parêzerên azadîxwaz weke tehdîd dibînin, dest bi êrîşên ku dijî mafê hiqûqê û parastina mafê mirovan in, dike. Dede diyar kir ku parêzerên Kurd û muxalîf û li ser parlemeteran dixwazin krîmînalîze bikin, destgîr dikin û digirin.
Dede bibîr xist ku parêzerên azadîxwaz dev ji parastina edaletê bernadin. Hûn nikarin lêgerîna edaletê ya parêzeran bi zext û zorê bidin astengkirin.
Dede da xuyakirin ku divê ev êrîşên li dijî mafê parastinê bên rawestandin, divê demildest hevalên wan ên hatine destgîrkirin bên berdan.