Dewleta Tirkiyê bi balafiran êrîşî Qendîl û Xakurkê kir
Adar 12, 2020 05:56 Asia/Tehran
PKK'ê diyar kir 10'ê Adarê balafirên şêr ên dewleta Tirkiyê qadên Qendîl û Xakurkê yên Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê derbarê êrîşên hewayî ya 10'ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand: "10'ê Adarê balafirên şer ên artêşa Tirkiyê êriş birin ser Qendîl û Xakurkê yên Herêma Kurdistana Iraqê.
Balafirên şer saet 12 qada Qelatûka, Girên Savaş û Hîwa yên Qendîlê, saet 13 qada Goşîne ya herêma Xakurkê û saet 16 jî qada Sininê ya herêma Xakurkê bombe kirin.
Ji ber êrişê li herêma Xakurkê 3 endamên PKK hatin kuştin.PKKê diyar kiriye ku agahiyên li ser nasnameya endamên xwe yên kuştî wê piştre ragehîne.