Yûnan ji ber penaberan li ser sînorê xwe xendeqan dikole
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313950-yûnan_ji_ber_penaberan_li_ser_sînorê_xwe_xendeqan_dikole
Yekîneyên ewlehiya sînor ên Yûnanê ji bo pêşiyê li penaberên dixwazin herin Ewropayê bibirin li xeta sînor xendeqan dikolin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2020 04:54 Asia/Tehran
  • Yûnan ji ber penaberan li ser sînorê xwe xendeqan dikole

Yekîneyên ewlehiya sînor ên Yûnanê ji bo pêşiyê li penaberên dixwazin herin Ewropayê bibirin li xeta sînor xendeqan dikolin.

Penaber li sînorê Yûnanê 13 roj in li bendê ne ku derbasî Ewropayê bibin. Yekîneyên ewlehiya sînor ên Yûnanê ji bo pêşiyê li penaberan bibirin carcaran bi gaza rondikrêj, ava şid û gullan plastîk êrişî penaberan dikin.

Yûnanê li piştî têlên li sînor ên bilind torbeyên qûmê danîne ser hev û ji aliyekî ve jî xendeqan vedikin, li wan deran leşkerên  çekdar dixebitin ku derbasbûnên ji sînor bidin sekinandin.

Leşkerên Yunanê li cihên li dora Çemê Merîçê yên penaber pê re derbas dibin jî têlan dikişînin.

Dewleta Tirkiyê ji ber ku Yeketiya Ewropayê bi awayekî pratîk li parêzgeha Idliba Sûriyê piştgiriya Tirkiyê nekirin ji bo ku zextê bide ser wê yekitiyê bi hezaran penaber şandine ser sînorê Yûnanê daku derbasî wî welatî bibin.