Çawûşoxlû îdia kir: Em li dû mayindekirina agirbesê li Idlibê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313946-Çawûşoxlû_îdia_kir_em_li_dû_mayindekirina_agirbesê_li_idlibê_ne
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê tevî amajeya bi hewildanên welatê xwe jibo hertimîkirina agirbesê li Idlibê, got ku ew bi desteya leşkerî ya Rûsiyê ra derbarê hatûçûna ewleh li Mezinêya M4'ê muzakire dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2020 14:12 Asia/Tehran
  • Çawûşoxlû îdia kir: Em li dû mayindekirina agirbesê li Idlibê ne

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê tevî amajeya bi hewildanên welatê xwe jibo hertimîkirina agirbesê li Idlibê, got ku ew bi desteya leşkerî ya Rûsiyê ra derbarê hatûçûna ewleh li Mezinêya M4'ê muzakire dikin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoxlû îro Çarşemiyê di dewama piştevaniyên welatê xwe ji çeteyên çekdar û komên têrorîst li bakurê rojavaya Sûriyê got ku Enqere hewil dide ku agirbesa demkî li Idlibê bike agirbesa berdewam.Çawûşoxlû li Enqerê got: Aniha hin hewildan jibo hertimîkirina vê agirbesê tên kirin.Li gorî vê yekê, wî got ku Tirkiye di gotûbêja li ser dabînkirina ewlehiya hatûçûnê li Mezinrêya girîng a M4'ê digel desteya leşkerî ya Rûsiyê ra ye ku îro çûye Enqerê.Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha îdia kir ku du rojan beriya niha hin babetên agirbsê li Idlibê hatine dîtin û vî welatî jî bersiv daye.