Korona gihîşte Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313931-korona_gihîşte_tirkiyê
Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê Sêşemiyê bi şev ragihand ku welatiyekî vî welatî bi Vîrûsa Koronayê ketiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2020 05:14 Asia/Tehran
  • Korona gihîşte Tirkiyê

Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê Sêşemiyê bi şev ragihand ku welatiyekî vî welatî bi Vîrûsa Koronayê ketiye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Fexredîn Koca, Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê ragihand ku welatiyekî Tirkiyê ku bi nîşaneyên taya zêde û kuxikê seredana navendên dermanî kiriye, testa Koronaya wî erênî hatiye zanîn.

Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê rewşa saxlemiya vî nexweşî baş da zanîn û got ku malbata vî kesî ku pêre di têkilliyê da bûne, ketine bin çavdêriyê.

Ev yekem babeta tûşbûna bi Koronayê li Tirkiyê ye.