Qilîçdaroxlû: Erdoxan bixwe berpirsa qeyrana Sûriyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313928-qilîçdaroxlû_erdoxan_bixwe_berpirsa_qeyrana_sûriyê_ye
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) di axaftinekê da got ku tevahiya kiryarên Erdoxên li navçeyê di xizmeta planên Amerîlkayê da ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2020 04:54 Asia/Tehran
  • Qilîçdaroxlû: Erdoxan bixwe berpirsa qeyrana Sûriyê ye

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) di axaftinekê da got ku tevahiya kiryarên Erdoxên li navçeyê di xizmeta planên Amerîlkayê da ne.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê SANA Newsê, Kemal Qilîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) di civîna Partiya xwe da got: Receb Teyib Erdoxan ji ber piştevaniya ji komên çete, berpirsa qeyrana Sûriyê ye.

Wî her wiha got: Tiştê ku Erdoxên li Sûriye û navçeyê pêk aniye, di rasta planên Waşîngtonê ye û wîjibo dabînkirina aborî û çekdarkirin û perwerdekirina têrorîstan hevkariya digel Amerîkayê kiriye.

Wî got: Erdoxan siyaseta virr û derew kirinê dimeşîne, ji ber ku wî li Moskovayê qala yekîtî û hakimiyeta Sûriyê kir, lê hevdem pişta têrorîstan li Idlibê digire.