Erdoxan: Mijara Idlibê û penaxwazan ezmûnek jibo Ewropayê ye
Serokomarê Tirkiyê tevî amajeya bi sefera serokwezîra Almanyayê û serokomarê Fransayê bo Istenbûlê di 17ê Adarê da got: Pêşniyara rêveberiya hevpar a Enqere-Mosko li ser meydanên petrolê yên Sûriyê bo Pûtîn hatiye raberkirin û ew niha wê yekê hildikolîne.
Li gorî rapora ISNAyê, SKy Newsa Erebî, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ragihand ku ji Viladîmîr Pûtîn xwestiye ku dewsa hevkariya digel Terorîstan, Tirkiye û Rûsiyê bi hev ra meydanên petrolê yên Dêra Zorê kontrol bikin û Pûtîn di halê hilkoladina vê pêşniyarê ye û ev yek dê jibo Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jî were pêşniyarkirin.Erdoxên got: Waşîngton qedexetiya jibo bicîkirina Pergalên Patriyotê kêm dike û ji me dixwaze ku Danemezirandina Pergalên S400'ê yên Rûsiyê misoger bikin.Serokomarê Tirkiyê bi îdiaya vêya ku welartê wî berdêleke giran jibo agirbesa li Idlibê û dabînkirina ewlehiya welatiyên sivîlê daye û Yekîtiya Ewropayê divê berpirsiyariyên xwe cih bîne, got: Mijara Idlib, Sûriye û Penaxwazan zêdetir ji wê yekê ku ezmûnek jibo Tirkiyê be, ezmûnek jibo vîn û rêbertiya Yekîtiya Ewropayê ye.