Erdogan dîsa ji Yewnanistanê xwest sînorên xwe ser penaberan veke
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got ku ji Yewnanistanê re pêşniyar kiriye ku deriyên xwe ser penaberan veke da ku ew ji wir herin welatên din ên Ewropayê.
Li gor IRIB Newsê, serokomarê Tirkiyê got ku ji Yewnanistanê re pêşniyar kiriye ku deriyên xwe ser penaberan veke, çûnku ew naxwazin li Yewnanistanê bimînin û wan dil heye ji wir herin welatên din ên Ewropayê.
Hevdemê vê yek Televîziyona France24 ragihand ku civîna Erdogan û nûnerên Yekitiya Ewropayê li Brukselê negihêşte encamê.
Nûnerên Yekitiya Ewropayê di vê civînê de bi aşkera ragihandin ku ev yekitiya li ber daxwazên bacxwaziya Tirkiyê xwe natewîne . Wan ji Erdogan re got ku heke alîkariya fînansî ya Yekitiya Ewropayê dixwaze, divê ku li ser soz û qirarên xwe yên li gor Lihevkirina Adara 2016 bisekine.
Rayedarên tirk îsal piştî despêbûna operasiyona artêşa Sûriyê bona azadkirina parêzgeha Idlibê ji bin destê terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji Yekitiya Ewropayê xwest ku li hemberî Sûriyê destekê bide dewleta Tirkiyê. lê vê yeketiyê ev kara nekir, loma dewleta tir sînorên xwe tev Ewropayê ser penaberan vekir.