Serokê Fraksaiyona HDP'ê: Di hefteyekê da 6 rojnamevan li Tirkiyê hatine zîndanîkirin
Sarûxan Ûlçû, Serokê Fraksaiyona Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li Parlemana Tirkiyê di axaftinekê da tevî amajeya bi zindanîbûna sernivîskar û rêvebirê Beşa Pêwendiyên Giştî yên rojnameya Yenî Yaşama Tirkiyê, got: Di hefteyekê da 6 rojnamevan li Tirkiyê hatine zîndanîkirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Sarûxan Ûlçû, Serokê Fraksaiyona Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li Parlemana Tirkiyê di axaftinekê da tevî amajeya bi zindanîbûna sernivîskar û rêvebirê Beş Pêwendiyên Giştî yên rojnameya Yenî Yaşama Tirkiyê, got: Bi nêrîna desthilatdariya siyasî ya Tirkiyê nûçegihandin û nûçe sûc tên nasîn. Di yek heftiya vê dawiyê da 6 rojnamevan li Tirkiyê hatine zîndanîkirin û bi dehan rojnamevanên din jî hatine girtin.Li gorî nivîsîna rojnameya Evrenselê, Ûlçû her wiha got: Rojnamevanên ku li sînoran ji penaxwazanm nûçeyan amade dikin, li ber gefên desthilatdaariyê ne. Heke hûn bawer in ku siyasetên we yên derheqê penaxwazan exlaqî ye û tu kêşeyek tuneye, vêca çima ji weşandina nûçeyên di vî warî da nerihet dibin? Çima nûçegihanên ku çûne ser sînor digirin û rê li ber amadekirina nûçeyan derbarê penaxwaazan digirin?