HDP'ê bertek nîşanî dayîna biryara 9 salan zîndanê jibo Şaredarê Amedê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313914-hdp'ê_bertek_nîşanî_dayîna_biryara_9_salan_zîndanê_jibo_Şaredarê_amedê_da
Li pey dayîna biryara dawî ya 9 sal û 4 meh û 15 rojan zîndanê jibo Selcûq Mîzraklî Şaredarê bajarê Mezin ê Amedê bi tawana "Endamtiya li nav komên Terorîst", Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) bi weşandina daxuyaniyekê bertek nîşanê vê biryarê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2020 13:29 Asia/Tehran
  • HDP'ê bertek nîşanî dayîna biryara 9 salan zîndanê jibo Şaredarê Amedê da

Li pey dayîna biryara dawî ya 9 sal û 4 meh û 15 rojan zîndanê jibo Selcûq Mîzraklî Şaredarê bajarê Mezin ê Amedê bi tawana "Endamtiya li nav komên Terorîst", Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) bi weşandina daxuyaniyekê bertek nîşanê vê biryarê da.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey dayîna biryara dawî  ya 9 sal û 4 meh û 15 rojan zîndanê jibo Selcûq Mîzraklî Şaredarê bajarê Mezin ê Amedê bi tawana "Endamtiya dli nav komên Terorîst de", Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) bi weşandina daxuyaniyekê bertek nîşanê vê biryarê da û nivîsî: Selcûq Mîzraklî bijartîyê vîn û serfirziya gelê Amedê ye. Darizandin û sizdana Selcûq Mîzraklî darizandina Bijartin û mafê Bijartinê yê gelê Kurd e.Hêjayî gotinê ye ku Selcûq Mîzraklî piştî serketina di Hilbijartina 31ê Adara 2019an da ji aliyê Wezareta karên hundir a Tirkiyê va hat wêdadayîn û  li gorî mukurhatina şehedekî bênasname û nediyar derbarê pêkanîna nîştergeriya nihênî ji aliyê Mîzraklî di serdema pizişkiya xwe li ser çekdarekî PKK'ê li nexweşxaneya Amedê bi tawana "Hevkariya tev komên terorîst" hat girtin û ji 140 rojan beriya niha va di zîndanê da ye.