Erdogan daxwaz parastina Tirkiyê ji NATOyê kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji NATOyê daxwaz kir ku biryarên taybet bi parastina Tirkiyê cîbicî bike.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens(Yêns) Stoltenberg, li Brûkselê civiyan.
Erdogan diyar kir ku welatê wî mêvandariya zêdetir ji 3 milyon koçberan dike û got ku niha dema wê yekê ye ku NATO biryarê bide ku rêkeftiinên sala 2012-2015ê cîbicî bike û ewlekariya Tirkiyê biprêze.
Serokomarê Tirkiyê herwiha got: “Em li bendê ne ku tevahiya hevpeymanên me destekê bidin vê proseya ku Tirkiyê bi tena xwe û bi şiyanên xwe birêve dibe. NATO di qonaxeke giring de ye ku divê helwesta xwe nîşan bide. Beşeke sereke ya daxwaziyên me li NATOyê cîbicîkirina wan biryaran ne ku di salên 2012-2015ê de derbarê parastina ewlekariya Tirkiyê de hatin wergirtin.”
Di nav şanda ligel Erdogan de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Berdevkê AKPê Omer Çelîk û Nûnerê Daimî yê Tirkiyê li NATOyê Basat Ozturk amade bûn.
Tirkiyê derveyî qanûnên navneteweyî parek mezin ji axa Sûriyê dagîr kiriye û di vê navberê de alîkariya komên terorîst ên li Sûriyê dike û di vê çarçovê de ji NATOyê daxwaza alîkariyê dike.