Babacan, Partiya xwe îro didamezrîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313893-babacan_partiya_xwe_îro_didamezrîne
Wezîrê Berê yê Tirkiyê Alî Babacan, ji bo damezirandina partiya xwe, îro serî li Wezareta Navxweyî dide û roja Çarşemiyê jî, bi civînekê partiya nû radighîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2020 14:12 Asia/Tehran
  • Babacan, Partiya xwe îro didamezrîne

Wezîrê Berê yê Tirkiyê Alî Babacan, ji bo damezirandina partiya xwe, îro serî li Wezareta Navxweyî dide û roja Çarşemiyê jî, bi civînekê partiya nû radighîne.

Wezîrê Berê yê Darayî Alî Babacan bi piştevaniya Serokomarê Berê Ebdula Gul roja Çarşemiyê bi fermî damezrandina partiya xwe ya nû radighîne.

Babacan di beşdariya bernameya kanalek TV'yî ya Tirkiyê de da xuyakirin, ew dixwazin şêwazeke nû bînin siyaseta Tirkiyê û ji sedî sih kotaya jinan û kotaya ciwanan di rêznameya partiya xwe de danîn e û îro bi fermî bi 90 damezrîneran serî li Wezareta Navxweyî didin.

Babacan got: Em li ser pîvanên bingehîn, azadî, demokrasî û serdestiya hiqûqe partiya xwe dadimezirînin û dixwazin,  Tirkiye ber bi ayendeyeke nû ve bibin.