Erdogan dixweze Lîbyayê bike wek meqera terorîstan
Berdevkê artêşa neteweyî ya Lîbyayê kiryarên serokkomarê Tirkiyê li Lîbyayê bi tundî rexne kirin
Li gorî rapora Mêhr Newsê, Ehmed El-Mismarî berdevkê artêşa neteweyî ya Lîbyayê Tirkiye rexne kir û raghand ku Receb Teyib Erdogan ji hedê xwe derketiye.
Wî her wiha diyar kir: Erdogan li bara dosiya Lîbyayê hemî erf û edetên navdewletî binpê kirine û dixweze Lîbyayê bike meqera terorîstan ku ji vê riyê êrişî ser welatên cîran bike.
El-Mismarî teqez kir: 25 milyar dolar ji Lîbyayê bo Tirkiyê hatiye qaçaxkirin. Tu agirbesek bi dagirkirên biyanî re li Lîbyayê dê tinebe.
El-Mismarî bal kişand ser kelûmelên eskerî yên Tirkiyê li Lîbyayê û peywendiyên ku serkirdeyên El-Qaidê bi berpirsên Tirkiyê re hebûne.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye niha piştgiriyê dide dewleta Wifaqa neteweyî ya Lîbyayê.