Erdoxîn îdian kir ku armanca Tirkiyê dagîrkirina axa Sûriyê nîne
Serokomarê Tirkiyê careke din tevî pînekirina êrîşa artêşa vî welatî bo ser Sûriyê, îdia kir: Armanca Tirkiyê dagîrkirina axa Sûriyê nîne.
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Receb Teyib Erdoxan, Serokomarê Tikriyê roja Yekşemiyê li Istenbûlê tevî amajeya bi lihevhatina Pêncşemiyê navbera Tikriye û Rûsiyê li Moskovayê, îdia kir ku armanca Tirkiyê ji hebûna li nav axa Sûriyê pêkanîna rewşê jibo vegeriyana penaberên sûrî bo bajarên xwe û parastina ewlehiya sînorên Tirkiyê ye.
Serokomarê Tirkiyê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji lihevkirina vê dawiyê digel Moskovayê got: Heke dewleta Sûriyê agirbesê berçav negire, Tirkiye dê hêzên sûrî bide bin êrîşên giran.
Erdoxên pêştir jî îdia kiribû hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê jibo dagîrkirina vî welatî nîne, belkî jibo şerê dijî komên têrorîst e.
Erdoxên di beşeka din a axaftina xwe da tevî rexneya ji hevpeym,anên xwe yên rojavayî, got: Çima heta niha dawakerên mafên mirovan li welatên rojavayî, azirandina bi sedan hezar kesî ku jibo çûyîna bo Ewropayê hewil didin, şermezar nekiriye.
Îdiayên serokomarê Tirkiyê di rewşekê da ne ku artêşa vî welatî ji 9ê Cotmeha 2019an va bi awayekî befireh destdirljiya ser axa Sûriyê kir.
Destdirêjiya aşkira ya leşkerî uya artêşa Tirkiyê ser axa Sûriyê hevdem digel operasiyona paqijkirina parêzgeha Idlibê ji têrorîstan ji wan komên çete yên bin sîvana piştgiriya Enqerê ji aliyê artêşa Sûriyê va pêk hatiye.